27/12/2007

Pêşgotina Kostas Laxas ji bo kataloga bi navê "Grafîkên Serhad"

“Êş mirov dide fikirandin,

xwedî fikir bûn mirov dike zana,

bi zanebûnê mirov dikare tehamulê jîyanê bike” *


Ev xortê bi edeb û sade, bi salan bû ku min wî di cîyên pêşengehan da, di salonên civînên hunerî, festîvalên ciwanan yên partîyan û xwepêşandanên polîtîk da didît. Her wusa ew, di her meha nîsanê, di çalakîyên ji bo salvegera qirkirina Ermenîyan û yên di gulanê da ji bo bîranîna Pondîyan da cîyê xwe digirt. Gelek caran di van aktîvîteyan da çavên me bi hev diket. Ev xortê he, her gav ji bo min wek mirovekî nas û xwedî berpirsîyar bû. Ew digel xwegihandin û pêşdebirina xwe ya zanyarî û hunerî, wek bajarvanekî, bi bûyerên giring yên piştî tevgera Jon Tirkan û Şerên Balkana, ê ku di navbera salên 1912-13 yan da, li herema me ya giştî ya jeopolîtîkî da qewimîbûn, aleqeder dibû.

Min wî naskir, bêyî ku min wî dizanibû.

Daxwaz, 1994, grafîka rengin a li ser MDF, 31x21 cm.

Her wusa bê lez û bez, ji dûr ve û bi dilgiranî, bi vî xortê bijarte ra, meylekî nêzîkbûnê ya ji bo dostanîyê di nav me da peyda bû. Heta ew roja ku me rû bi rû dîtinên xwe ji hev ra eşkere kir, gelek hîsên me yên di derheqên hev da êdî ji wext ra mabûn. Lê êdî em behsa daxwaz û evîna xwe ya hevbeş, di derheqa huner û cîyên meslekî, tiştên ku di zanîngehê da tên xwendin û kar û xebata min dikin: Galerîya “KOXLİAS”, ku di despêkê da li wê derê, li zemîna kuça Mîtropolîtu Îosîf 24 li quncika Tsîmîskî û paşê jî Navenda Kulturî ya Vellîdîo, dema ku ev xortê penaber û bê cih û war êdî bûbû xwendekar li beşa Nîgar û Hunerên Pratîk ya Akademîya Hunerên Sipehî ya Zanîngeha Thessalonîkê.

Ez behsa hevalê xwe yê hizkirî, resamê Kurd Serhad dikim. Ew ê ku bi zanetî xwest bibe hemwelatîyê Yunan, ew ê ku ji alîyê sazîyên dewleta Tirkan va hate qewitandin. Ew ê ku di binê bîst salîya xwe da, di sala 1984 a da derbasê Yunanîstanê bû û wek penaberekî polîtîk xwe sipart bajarekî mêvanperwer: Thessalonîkî, ku ji xwe her dem warê penaber û nefîyan bû.

Gundî, 1989, grafîka li ser dar, 28x21 cm.


Ez hewcedarî bi dayîna van agahdarîyên di derheqa warê ra û nîjad, rewşa jîyan û rêya ku Serhad daye ber xwe dibînim, ji ber ku ez bawer dikim ku ev yeka ha, tesîrekî xwirt li ser huner û berhemên wî kirîye. Ji alîyê dî va, bêyî ku ew bikeve nav dafika şaxên folklorî yên sivik, têkilîyên xwe bi kanîya hêjayîyên xwe yê despêkê ra xwirt dike.

Divê ez li vê derê bêjim ku, ji ber têkilîyên me yên pir alî, yên mirovtî, polîtîkî û hunerî, ez her gav li hemberê Serhad xwedî nîyetekî pozîtîv bûm. Ev hizra min her berdewam e. Her wekî tê zanîn, ez ne dîrokvanê hunerê û ne jî rexnevan im. Her çi tiştên ku ez li ser resimên wî dibêjim, netîca van têkîlîyên me yên dostanîyê ye. Wek gotinên ji dil, ji alîyê hunermendekî wek wî, ku ew bi xwe jî di nav pirsgirêkên derya hunera hevdem da dimeşe.

Tadeyî 2, 1992,grafîka rengîn a li ser MDF, 26x33,5 cm.

Mijara sereke ye hunera Serhad, ku ew niha resim û grafîkên xwe li Navenda Kulturî ya beledîya Stavrupolîs a Thessalonîkî pêşkêş dike, her wekî li ber çavan e jî, li ser mirov e. Belê rast e, ji nû va avakirin, ji nû va şirovekirina li gor estetîk û daxwazên hunermend. Divê were gotin ku, gava ku Serhad resimê rûyê mirovan çêdike, bêyî ku bilezîne û zorê bide xwe, war û nîjada wan mirovan jî derdixe meydanê. Her wusa dema ku resimê manzerekî çêdike, urf û adetên mirovên ku li cî û warê xwe runiştî dertên holê. Ger ku kêm caran berhemên wî bê fîgurên mirovan bin jî, ez di wê bawerîyê da me ku, mirov bi hizra Serhad a hunerî û polîtîkî va hişk girê dayî ye. Ji ber vê yekê, her çi hunera Serhad e, bi hîmê xwe yê ehlaqî, bi rastîya jîyanê, têkoşîn û dîrokê va girêdayî ye, wekî bîranîna tevayî ya xelkekî wek xelkê Kurd, şidîya ye û nayê perçe kirin, her wusa di nav sedsalên dûr û dirêj da bi rik, adet û kevneşopên xwe parastî ye, sitranên gelerî yên anonîm û qabîlîyetên hunerî yên ferdî, di hemû warên îfadekirina hunerî da, çi ferdî û çi jî gelerî, xwe afirandîye.

Serhad wek resam û grafîkçêker, xwedîyê armanc û rastîyekî sade ye. Di berhemên wî da, raste rast rikîtîya jîyanê û mirovên ku bi nîjada xwe serbilind in, hene. Bi daxwaza xwe, di wext û salên xêrnexwaz da, di kozikan da disekinin û bêdengîyekî zelal di rûyên hemwelatîyên wî û karekterê jîyana wan da tê xwiya kirin. Çewa ku van fazîletên mirovatîyê yên kevnar ên welatî, bi berhemên ku ji destê wî dertên, her weha bi îfadeya ferdî a qabîlîyeta hunera wî, xwirt dibin û derbasê me dibin.

Sosin, 1994, grafîka rengîn a li ser dar, 35x32,5 cm.

Na, Serhad ne resamekî muhafazakar e. Li cem wî, agahîyên di derheqa bazara hunerî ya hevdem ya navnetewî kêm nînin. Lê belê, qet nebe ji bo niha, ez bawer dikim ku, ew dê hêza xwe ya hunerî biparêze û xweyî bike, da ku bi qabîlîyeta xwe ya hunerî mil bide xwestinên têkoşerî yên hemwelatîyên xwe, yên ji bo welatekî serbixwe. Ji dûr ve be jî, bi hunerê xwe vê têkoşînê teşwîq bike.

Di navbera sal û deman da, rê û şopa jîyana netewî ya xelkekî, an bi rastî jî di berhemên kulturî da tên neqişandin, hingê, bê şik Serhad endamekî yê neveqedandî ya hizra tevayî ya xelkê Kurd e. Bêyî ku qet ew warê ku lê hatiye dinê ji bîrbike, li wir, li bakûrê Kurdistanê, li bajarê Tetwanê, vî xortê hêja, wek yek ji donzdeh zarokên malbata xwe ya bi bereket, di sala 1964 a da, cara pêşî ronahîya jîyana xwe dît. Li gel war guhartina mecbûrî û penaberî ku di salên din da hatin serê wî, da ku karibe ji Thessalonîkî xewnên welatê xwe yê dûr bibîne û têkoşîna zehmet ên hemwelatîyên wî, li vir, li Yunanîstanê dilê wî germ bike.

Çavkanîya jîyanê, cîyê ku eslê te ji wê derê ye: Kurdistan.

Çavkanîya huner û afirandina me her du yan: Yunanîstan.

Ez hesûdîya te dikim Serhad, ku tu xewn û daxwazên xwe bi bedena kultura her du xelkan va girêdidî, wek Yunanan û Kurdan.

Ji ber vê yekê, ez sernivîsa vê nivîsa xwe pêşkêşî te dikim, ku wek dilopên pak ên jîyanê, ji xelkên Rojhilata Jorê tê. “Êş mirov dide fikirandin, xwedî fikir bûn mirov dike zana, bi xêra zanebûnê mirov dikare tehamulê jîyanê bike”.

Tu van tiştan hemû dizanî, li ser vana bûyî şareza, ji ber ku te vana tev di canê xwe da hîs kir.

Kostas Laxas

Resam û nivîskar

Adara 1997 a.

* Ji berhema tîyatro ya Jhon Patrîk “Heyva Tebaxê”

Kataloga grafîkan ya sala 1997an

Têbinî: Ev nivîs, ji alîyê nivîskar û resamê Yunan Kostas Laxas va, wek pêşgotina kataloga min a grafîkan hatîye nivîsîn. Ev katalog, bi munasebeta pêşengeha min a grafîkan, a ku di sala 1997 a da, li Navenda Kulturî ya Stavrupolîs a Thessalonîkî da çêbû, hat çapkirin. Navê katalogê “Grafîkên Serhad” e û bi zimanên kurdî û yunanî ye.

No comments: