Ya rastî ew e ku, min dixwest ku ji xwe ra malperekî çêkim. Lêbelê di warê komputerê da ez ne şareza me û her wusa avakirina malperekî jî, ji min nayê. Ji ber vê yekê, min qîma xwe bi blogê anî. Ji alîyê dî va, blog di warê danûsitandina bi xwendevan û hunerdostan ra dibe ku ji malperekî jî çêtir be, lewra ew jî yekser dikarin bi fikir û dîtinên xwe beşdarê blogê bibin.
Herçî resim û grafîkên min in, ew ê bi awayê perîodîk werin pêşkeş kirin. Lê belê rîca min ji temaşevanan heye: Dema ku wê berhemekî min ji bloga min bigrin û li cîyekî dî biweşînin, divê navê hunermend, navê berhemê û sala çêkirina wê, teknîk û mezinahîya wê jî li binî binivîsînin. Ev berpirsîyarîyekî ehlaqî ye û meriv dikare tenê bi vî awayê qedrê hunerê û keda hunermendan bigre. Ji bo di warê ticarî da bikaranîna berhemên min, divê destûra nivîskî ji min were xwestin.
Ez naxwazim ku tu berhemên min bibin
bergên pirtûk û kovarên bi zimanê tirkî û her wusa jî li kêlek an
jî di nava nivîsên bi zimanê tirkî da werin weşandinê. Ez bi tu awayî naxwazim ku berhemên
min xizmeta zimanê tirkî bikin, ez destûra vê yekê nadim.
Serhad Bapîr.
No comments:
Post a Comment